Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x)— ABNA —Di vê merasîmê de, alayên Îran û Iraqê, ligel alayên komên berxwedana Iraqê, di nav de Hêzên Heşda Şebî yên Iraqê û wêneyên Rêberê Şoreşa Îslamî, li ser serê ziyaretkiran hatin bilindkirin. Ev ala ne tenê sembola yekîtiya her du neteweyan in, di heman demê de berxwedan û xweragiriya dijî zilm û dagirkeriyê jî tînin bîra me. Wezareta Karên Navxwe ya Iraqê di vî warî da ragihand ku ji destpêka meha Muherremê ve heta duh, mîlyonek û 176 hezar û 311 ziyaretkiran serdana mezargehên pîroz ên li Kerbela û Necefê kirine. Ev hejmar nîşan dide ku misilman çiqas bi coş û kelecan in ji bo beşdarbûna di merasîmên Aşûra ya Îmam Hisên de.
Merasima Aşûrayê li gellek bajarên Tirkîyê jî hat lidarxistin.
Serepeyv
Your Comment